HDP’ê êrîşên faşîzan şermezar kirin

HDP’ê êrîşa faşîst a li ser avahiya navçeya Bakirkoyê protesto kir û got: “Ev ciwanê ku êrîşî avahiya me kirî, versiyona çete û kolanan a Mehmet Metîner û Orhan Mîrolû ne.”

Rêxistina HDP’ê ya Stnebolê, êrîşa li ser avahiya navçeya Bakirkoyê bi çalakiyekê şermezar kir.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Têkoşîna me ya demokrasiyê ya li dijî faşîzmê wê bidome’ hate vekirin.

Hevseroka HDP’ê ya Bakirkoyê Gonca Yangoz bibîr xist ku saet derdorî 04:00’an êrîşî avahiya wan hatiye kirin, êrîş ji aliyê kesekî 28-29 salî ve ahtiye kirin.

Yangoz got: “Berê jî ev êrîş hatine kirin, lê em ji ya xwe venegeriyane, tine nebûne. Em qet dev ji vê têkoşînê bernadin.”

Berdevka Parêzvanên Bajarê Bakirkoyê Îlknûr Turkoglû jî êrîşa li ser HDP’ê şermezar kir.

Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avcî jî axivî û destnîşan kir ku êrîşa li ser HDP’ê êrîşa li ser mûxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê ye.

Avci bibîr xist ku ev êrîş polîtîkayeke dewletê ya kûr e.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî diyar kir ku ew HDP wê serî li ber êrîşê netewînin û têkoşînê bilind bikin û bidomînin.

Çalakî bi dirûşim û tilîliyan bi dawî bû.

Back to top button