Şêx û rûspiyên qebîleyên Ereb ên li navçeya Til Hemîsê hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel ku yek ji navdarên eşîra Igêdat a li rojhilatê Dêrazorê ye, şermezar kirin û gotin: “Em piştevaniya QSD’ê dikin û hedefgirtina şêx El- Hefel fitne ye.”
Şêx û rûspiyên navçeyên Til Hemîsê bi daxuyaniyekê hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel ku yek ji navdarên eşîra Igêdat a li rojhilatê Dêrazorê ye, şermezar kirin.
Şêx û rûspiyan xirakirina ewlehî û aramiya herêmê red kirin û hişyarî ji ber tevliheviyê dan.
Her wiha hat teqezkirin ku wê desteka wan ji bo QSD’ê wê domdar be.