Hêzên Hikûmeta Şamê gundê Xeranîc ê rojhilatê Dêra Zorê kir armanc. Di encama êrîşê de, 2 sivîl birîndar bûn.
Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku duh bi şev hêzên hikumetê bi çekên giran û qilêşan ji aliyê rojavayê Çemê Firatê ve, gundê Xeranîcê kir armanc.
Çavkaniyan diyar kir ku sivîlên bi navê Mûsa Esed Sultan û Xenam Hiwêş Sultan birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, kesên birîndar niha li nexweşxaneya bajarokê Hecînê tên dermankirin.