Artêşa Lîbî qeyîkeke çeteyên dewleta Tirk wêran kir

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê qeyîkek ku çeteyên dewleta Tirk tê de bûn, wêran kir.

Li gorî Rojnameya “el-Mersed” a Lîbî, 20 çete li pişta qeyîkê bûn û piştî wan herêma deryayî ya qedexekirî derbas kir, Artêşa Lîbî ew li beravên bajarê Ras Lanûf kir armanc.

Di encamê de, qeyîk wêran bûn û artêşê dest bi lêgerînê kir, hinek çete hatin girtin û hinek jî reviyan.

Berî armanckirinê, artêşê gelek bangên hişyariyê dabû, lê ti bersiv nebû.

Çavkaniyin ji hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî jî ev çete weke reviyayî ragihand.

Berî niha gelek caran artêşa Lîbî hişyarî dabû, ku nabe ti keştî û balafir bêyî agahdariya wan nêzî herêma deryayî ya qedexekirî bibe.

Back to top button