QSD: Bûyera li Dêrazorê pêk hatiye parçeyek ji plana demdirêj e

Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê hewldanên vê dawiyê yên derxistina fitneyê û armanckirina ewlehiya herêmê, daxuyaniyek da û hikumeta Şamê û dewleta Tirk weke plangerên van bûyeran destnîşan kir.

QSDê teqez kir ku ji ber hevgirtina gelên herêmê û baweriya wan bi hêzên wan, ev plan tên kirin û bi heman hevgirtinê wê ev hewldan neçin serî.

Duh Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek der barê bûyerên tevliheviyê yên li Dêra Zorê de, belav kir.

QSD’ê anî ziman ku “tiştê li Dêra Zorê diqewime, parçeyekî plana demdirêj a hêz û aliyên dijberê rêveberiya herêmê ne, ku hewl didin şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser derxînin.”

Qsd: Hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi rêya DAIŞ’ê planên xwe dikin

QSD’ê tiliyên tawanbariyê dirêjî hikumeta Şamê û dewleta Tirk kir ku herdu alî bi rêya şaneyên ji bermahiyên DAIŞ’ê, hewl didin planên xwe yên tevliheviyê pêk bînin.

QSD’ê herdu alî weke piştevanên DAIŞ’ê jî bi nav kir û teqez kir ku rewşa aloz û tevliheviya li herêmê, ne tenê li dijî eşîreyekê ye, belê li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ye.

QSD: Hevgirtina eşîr û şêniyan bi QSD’ê re hewldana fitneyê hilweşand

QSD’ê di daxuyaniya xwe de sedema bingehîn a reşkirin û armanckirina hêzên wan ji aliyê çapemeniyê ve, li hevgirtin û rêzdariya gelên herêmê ya li hember hêzên QSDê, vegerand.

QSD: Em ji bilî DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî nakin armanc

QSD’ê teqez kir ku ew ji bilî çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî ku li seranserî herêmê belav bûne, wan kesek jî nekiriye armanc û got:

“Tevî hemû hewldanên fîtneyê li herêmê û reşkirina QSD’ê, ciwanên eşîran zêdetir tev li nava hêzên me dibin.”

QSD: Helewsta eşîran pîroz e û bi hevgirtina wan wê fitne bi dawî bibe

Fermandariya QSD’ê di dawî de, bi xemgînî qurbanên van planên qirêj bi bîr anî û helwesta eşîran bi rûspî û şêxên wan li dijî van bûyerên dawîn, keda Koalîsyona Navdewletî û sekna li rex eşîr û piştgiriya şêniyên herêmê pîroz kirin.

Jixwe ev demek e, planên tevliheviyê ji aliyê gelek aliyên derve û hindir li dijî yekbûn û hevgirtina gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî tên meşandin.

Bi taybet li dijî şêx û rûspiyê herêma Dêra Zorê, ku yek sibeha Cejna Qurbanê 30’yê Tîrmeha, rûspiyê eşîra Igêdat, Silêman El-Kesar bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

Piştre jî şêxê eşîra el-Bûrehma yê Qebîleya el-Begara Elî El-Weys hat kuştin.

Back to top button