Şêxê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê banga hevgirtin û hişyariyê li gel kir

Der barê heman mijarê de, şêx û rûspiyê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê Mihemed Arif jî ev êrîş şermerzar kirin û li dijî van fitneyan banga yekgirtin û hişyariyê li hemû pêkhateyan herêmê kir. Şêx Arif teqez kir jî ku ew ê heya dawî li gel QSDê bin. 

Di van demên dawî de, planên tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji hêla gelek aliyan ve tên meşandin.

Li dijî van kirin û êrîşan, nerazîbûn rojane derdikevin û herî dawî berdevkê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê Şêx Mihemed Arif ev êrîş şermezar kirin.

Şêx Mihemed Arif di serî de piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re nîşan da û destnîşan kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker êrîşeke çapemeniyê li dijî QSD’ê dane destpêkirin.

Şêx Arif li dijî van hewldanên qirêj bang li gelên herêmê kir û got:

Divê şêniyên Dêra Zorê li pey lîstokên aliyên dijber ku hewl didin fîtneyê çêkin û şêniyan ji herêmê bidin koçkirin, neçin û divê li hemberî vê komployê hevgirtî bin.

Şêx û rûspiyê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê Mihemed Arif her wiha bang li tevahî eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî dewletên Ereb kir ku bi lez destwerdanê li van komployan bikin.

Back to top button