Fransa: Eger guhrtin çênebin, wê libnan ber bi rûxandinê ve here

Piştî istîfaya hikumeta Libnanê ya bi serokatiya Hesan Diyab, Wezreta Derve ya Fransayê hişyarî da, ku eger guhertin li Libnanê çênebin, wê welat ber bi rûxandinê ve here.

Wezaretê teqez kir ku di van rewşên dijwar de, Fransa, weke her car, li kêleka Libnanê ye.

Wezareta Fransî destnîşan kir ku jinûveavakirina Beyrûtê, karê herî zehmet li pêş hikumeta nû ye û teqez kir ku divê daxwazên gel neyên paşguhkirin.

Piştî teqîna li bendergeha Beyrûtê, hêrsa gelê Libnanê zêde bû û ji ber wê şeva borî, serokwezîrê Libnanê Hesan Diyab, istifaya giştî ya hikumeta xwe ragihand.

Lê istîfaya hikumetê xwepêşander razî nekir û şeva borî careke din daketin kolanan û banga xistina tevahiya çîna siyasî kir.

Tê zanîn, jimara qurbanên vê teqînê bû 160 kes û heta niha jî 20 kes wenda ne, her wiha bêhtirî 6 hezar kes jî birîndar in.

Back to top button