Artêşa Tirk a dagirker berî nîvê saetekê, navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi diwarî topbaran kir.
Duh jî dewleta Tirk û çeteyên xwe, êrîşî malekê li gundê Elî Bajliyê yê Girê Spî kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyan dewleta Tirk êrîşî mala ciwanê bi navê Elî Xelîl El Henûş kir û gule li mala wî reşandin.
Herî kêm 3 kes ji malbatê birîndar bûn, navê 2 birîndaran jî wiha ne:
Smaîl Xelîl El-Henûş û Mihemed Elî El- Henûş.