QSD: 61 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Şervanên QSD’ê êdî cih li çeteyên DAIŞ’ê teng dikin û bi ser wan de diçin.

Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de, çeteyên DAIŞ’ê derbên giran dixwin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 61 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 9 rê li çeteyan hatine girtin.

Navenda Ragihnadina QSD’ê encama şerê bi çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li bajaroka Sûse û derdora wê, çeteyan êrîş kir li ser bersivdayîna şervanan ji şer derket.

Êrîş têk çû û 2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin.

Di encama vî şerî de, hejmarek çete hatin kuştin.

Piştre yekser tîmên taybet dest bi paqijkirina herêmê kirin û miqdarek cebilxaneya çeteyan dîtin.

Li eniyeke din a vî baskî, şervanan êrîşek birin ser çeteyan.

Li vir şerekî giran derket û çeteyan hemû cureyên çekên giran bikar anîn.

Balafirên Koalîsyonê jî, baregehên çeteyan bombe kirin.

Şervan qederekî pêş ketin û dest danîn ser çek û cebilxaneya çeteyan.

Li aliyekî din jî, şervan 1 km pêş ketin û 37 nuqteyên prasrtinê ava kirin.

Li vê derê gropeke çete hewl didan êrîşî nuqteyên şervanan bikin, lê belê şervanan hewldana wan têk bir.

Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û yên din jî reviyan..

Her wiha miqdarek çek, cebilxane û balafireke keşfê yên çeteyan hatin dîtin.

Li eniyeke din jî, piştî şereke dijwar, şervan pêş ketin û hejmarek nuqte ava kirin.

Piştre jî tîmên endizayariya leşkerî mayinên çeteyan ên li herêmê bêbandor kirin.

Heta amadekirina vê bîlançoyê jî, şer li piraniya eniyan rû dida.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, di encama van şeran de, 61 çete hatine kuştin.

Koalîsyonê 67 êrîşên hewayî pêk anîn.

54 baregeh, kargeheke teqemeniyan û tunelek hatin rûxandin.

2 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin.

9 rêyên leşkerî li çeteyan hatin girtin.

Her wiha miktarek cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.

Leave a Reply

Back to top button