Pentagon: Amerîka jimara leşkerên xwe yên li Efxanistanê dadixe 5 hezaran

Wezareta Parastina Amerîkî “Pentagon” ragihand ku Waşington wê jimara hêzên xwe yên li Efxanistanê daxe 5 hezaran.

Pentagonê da xuyakirin ku Amerîka wê di nava 4 mehên bê de, jimara leşkerên xwe li gorî rewşa Efxanistanê kêm bike.

Pentagonê her wiha diyar kir ku ev vekişîn, li gorî mercan û piştî nîqaşên bi Kongress û koordînekirina bi NATOyê re pêk tê.

Piştî pêşketina guftûgoyên aştiyê di navbera aliyên Efxanistanî de, Amerîka biryara kêmkirina leşkeran daye.

Back to top button