Hikûmeta Çînê cezayên aborî li 11 berpirsên Amerîkî birîn

Hikûmeta Çînê cezayên aborî li 11 berpirsiyarên Amerîkî yên ku destwerdanê li karûbarên Hong Kongê dikin, birîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Tashaw Li Jyan di kongreyeke çapemeniyê de da xuyakirin ku ev ceza, weke bersiv bo rêkarên Aermîkî yên şaş e.

Tashaw diyar kir ku wê ceza li 5 endamên Senato, Meclisa Nûneran a Amerîkî, serokê Sendoqa Nîştimanî ya Geşedanê, serokê Peymangeha Demokratîk, serokê Peymangeha Komarî ya Navneteweyî û hin kesên din bên birîn.

Tashaw Li Jyan teqez kir ku Hong Kong parçeyekî Çînê ye û karûbarên wê di çarçoveya karûbarên Çînê de ne.

Back to top button