Kongra Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kir.
Daxuyanî li wargeha Berxwedanê bi amadebûna endamên Kongra Star û Rêveberiya Xweser hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Zahîde Memo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Kongra Star kiryar û siyaseta dewleta tirk bi tundî şermezar kir û got,
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, siyaseta AKP’ê ya desthilatdar diyar dike.
Ji ber vê siyaseta qirêj yên girtin, revandin û kuştin di bin navê hincetên cur bi cur de tê kirin.
Dewleta tirk di şexsê Rêber Apo de, daxwaza lawazkirina îradeya gelan û bi taybet Gelê Kurd dike.
Kongra Star a Herêma Efrînê di dawiyê de soza berxwedanê heta azadkirina Rêber Ocalan da.