PKK: Li Kurdistanê her tişt bi pêngava 15’ê Tebaxê hat afirandin

36 sal berî niha li dijî înkar û qirkirina li ser gelê Kurd, bi Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê li dijî dewleta Tirk ya faşîst têkoşîna çekdarî hat destpêkirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku Pêngava Gerîla ya Şoreşger ya 15’ê Tebaxê fîşeka mirinê berda koletiya bi her şêweyî û li Kurdistanê jiyana azad û hebûna demokratîk da destpêkirin.

PKK’ê dazanîn ku 15’ê Tebaxê xeteke berxwedanê afirand ku têk naçe û got, “Her tiştên li Kurdistanê bi navê azadiyê hatine afirandin mohra Pêngava Gerîla ya Şoreşger ya 15’ê Tebaxa 1984’an lê heye.”

 

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya Fermandarê Efsanewî Mehsûm Korkmaz (Egîd) PKK’ê li dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser gelê Kurd dimeşand şerê çekdarî da destpêkirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 36’emîn ya pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

PKK’ê cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û şervanên azadiyê pîroz kir û got:

“Pêngava Gerîla ya Şoreşger ya 15’ê Tebaxê fîşeka mirinê berda koletiya bi her şêweyî û li Kurdistanê jiyana azad û hebûna demokratîk da destpêkirin.

Her tiştên li Kurdistanê bi navê azadiyê hatine afirandin mohra Pêngava Gerîla ya Şoreşger ya 15’ê Tebaxa 1984’an lê heye.”

Komîteya Rêveber ya PKK’ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser encamên ku pêngavê derxistine holê û wiha got,

“Pêngava Gerîla ya Şoreşger ya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê Şoreşa Vejînê ya Neteweyî pêk anî.

Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin, statuya Kurdan a heyî ya li Başûrê Kurdistanê afirand”

PKK: Wê Gerîla sala 37’emîn bike sala pêngaveke nû ya azadiya Kurdan

Di daxuyaniyê de hat bibîrxist ku PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15’ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û wiha hat gotin:

“Îro gerîla bi rihê 15’ê Tebaxê derbên giran li hêzên faşîst, qirker dixin û sala 37’emîn bi rihekî berxwêdêr pêşwazîdikin.

Ji ‘Fîşeka Destpêkê’ heta ‘Cenga Heftenînê’ berxwedana gerîla bi lehengî didome; ji bo gelên bindest ev rih bûye hêviya serkeftinê.”

PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê gerîla sala 37’an bike sala pengaveke nû ya azadiya Kurdan.

PKK’ê bang li hêzên şoreşger û demokratîk kir û got:

“Pêngava 15’ê Tebaxê û Xeta Serketinê rast fêhm bikin.

Xwe li ser bingeha vê xetê nû bikin.

Di sala 37’an a pêngavê de bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê û rihê Serketinê têbikoşin û rejîma faşîst-qirker têk bibin.”

Back to top button