Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistan:Divê CPT erka xwe pêk bîne

Yek ji rojevên sereke ya Kurdan û hêzên demokrasiyê jî tecrîda giran ya li ser Rêber Ocalan e.

Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdisanê û Tirkiyê derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û rapora CPT de axivîn û diyar kir ku tenê tespîta CPT têrê nake, divê CPT zextê li dewleta Tirk bike da ku tecrîd ji holê bêrakirin.

 

Nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ku her diçe girantir dibe zêde dibin. Gelê Kurd û sazî û dezgeh bang li CPT dikin ku di mijara tecrîdê de bi rola xwe rabe.

Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û rapora CPT de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteyê derengxistina eşkerekirina raporê rexne kir û got:

“CPT erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk nayîne.

Divê CPT di bin bandora siyaseta dewleta Tirk de nemîne.”

Komîteyê daxwaz ji CPT kir ku tenê bi eşkerekirinan re sînordar nemîne û rê li pêşiya êşkence û binpêkirinên bi awayek sîstematîk li Îmraliyê tê meşandin, bigre.

HDP: Ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li dewleta Tirk bike

Hevserokê HDP’ê Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku peywira CPT’yê ew e ku pêşî li ber êşkenceyê bigire, lê belê vê peywira xwe bi cih nayne û got:

“Bi rapora CPT’yê, careke din rastiya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê derket holê.

CPT rapor dereng eşkere kir, her derengmayînek tê wateya ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê xirabtir bibin.”

Avci bang CPT kir ku divê netenê tespîta bike, divê ji bo pêkanîna biryaran jî zextê li dewleta Tirk bike.

Elîf Oneren: Tenê tespît têrê nake divê CPT gavan bavêje

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torun Oneren jî daxuyaniya CPT girîng dît û got:

“Ger ku CPT rewşa Îmraliyê karibe tespît bike, naxwe çareseriyek wê jî heye. Lê heger ji bo çareserkirinê tiştekî neke, naxwe tespîtên wê jî ne samîmî ye.”

Back to top button