Li Belerûsê mixalefet encama hilbijartinê red dike û xwepêşandan mezin dibin

Piştî îdiayên nelirêtiya di hilbijartina serokatiya Belarûsê de gel daket kolanan û dest bi xwepêşandanan kir. Di encama êrîşên ewlekariyê de, kesekî jiyana xwe ji dest da. Namzeta mixalefetê Svetlana Tihanovskaya derbasî Lîtvanya bû.

Piştî hilbijartina serokê welat ya li Belarûs ku 9 Tebaxê pêk hat, li seranserî welat xwepêşandan dewam dikin.

Hêzên ewlekariyê jî li dijî xwepêşandêran tundiyê bikar tênin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezîreta Hindirîn yên Belarûsê, di xewpêşandanên roja duşemê de, xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da.

Wezîr îdia kir ku dema xwepêşandêr dixwest madeyeke teqemeniyê bavêje wan di destê wî de tewiyaye û jiyana xwe ji dest daye.

Wezîr diyar kir ku di roja despêkê ya xwepêşandanan de nêzî 50 xwepêşandêr û 39 polîs birîndar bûne.

Berdevkê polîsan jî diyar kir ku di bûyerê de, gelek kes birîndar bûne, lê ti jimar diyar nekir.

Piştî girtina sindoqên hilbijartinê, nêzî 3 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Saziya hilbijartinê ya welat ve, Aleksandr Lukaşenko ku ev 26 sale welat bi rêve dibe, ji sedî 80,2 deng stand û biser ket.

Mixalif encama hilbijartinê napejirînin

Her wiha namzeta mixalefetê Svetlana Tihanovskaya jî 9,9 deng standiye.

Lê Svetlana Tihanovskaya got, ew encama hilbijartinê napejirîne.

Tihanovskaya bi daxuyaniyeke çapemeniyê de xwe weke serkeftiyê hilbijartinê dabû naskirin û anîbû ziman ku divê Lukaşenko bi rêbazekî demokrasî heshilatê radestî wan bike.

Berdevkê Tihanovskaya diyar kir ku wan encama heyî ne pejirandiye û serî li Saziya Hilbijartinê daye.

Lê piştre koma ku kampanya hilbijartina Tihanovskaya jê agahî nedigirtin ketin nava pankî.

Namzeta mixalefetê Tihanovskaya li Lîtvanyayê ye

Wezîrê Derve yê Lîtvanya Linas Linkevicius li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û got,

Tihanovskaya li Lîtvanya ye.

Dihate payîn ku di hilbijartinê de hevjînê Svetlana Tihanovskaya, nivîskar Sergey Tihanovskî bibe namzetê mixalefetê.

Lê piştî hate girtin û ji derveyî hilbijartinê hate hiştin, hevjîna wê Svetlana Tihanovskaya namzetiya xwe ragihandibû.

Tê gotin, ev xwepêşandanên herî mezin yên di nava 10 salên dawiyê de li welat têne kirin e.

Back to top button