BBC YA BRÎTANÎ: BERHEMDAYÎNA ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ DIBE DEBARA JIYANA ÇETEYÊN TIRKIYÊ

“Dizî û talankirina zeytûnên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dibe debara jiyana çeteyan:”

Malpera BBC ya Brîtanî di raporeke xwe de ku ji bo salvegera berxwedana serdemê amade kiriye, agahiyên berfireh parvekirin.

Malpera BBC ya Brîtanî der barî 1. salvegera êrîşa dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê raporek weşand.

Malpera BBC bi hevoka “Deşt û çiyayên bajarê Efrînê ji baştirîn zeyta zeytûnan li Sûriyê, dide.” dest bi rapora xwe kir.

Di raporê de ev agahî hatine belavkirin;

Hêjmara darên zeytûnan li Efrînê bêhtirî 18 milyonan in.

Ji çaxa dagirkirina herêmê ji aliyê Tirkiyê ve berî salekê, ev dar bûne çavkaniyeke debara jiyanê ji çeteyan re.

Dewleta Tirk 20 Çileya 2018’an di bin navê operasyona Çiqlê Zeytûnê bi alîkariya çeteyên Sûrî dest bi êrîşa leşkerî li ser Efrînê kir.

Zeytûn jî yekmîn qurbaniyên vê êrîşê bûn.

Ev komên çete bi çek û darê zorê, dest danîn ser hejmarek mezin a zeytûnan û berhemdayîna wan firot bazirganên Tirk.

Li gorî pisporê aborî Çeleng Omer, bajarê Efrînê îsal nêzî 270 hezar ton zeytûn der anî û ev dike ji sedî 30 berhemdayîna Sûriyê.

Buhayê vê berhemdayînê gihaşt 150 milyon dolaran.

Lê cotkaran tenê ji çaran yek ji van berheman wergirt.

Li gorî rojnamevana Tirk Nûrcan Baysel, buhayên zeytûnan li bajarê Amedê ji çaxa derbaskirina zeyta Efrînê pir daketiya, ango abora Tirkyê lewaz kiriye, ji ber bazirgan zeyta Efrînê bi buhayekî pir kêm difiroşin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku talankirin bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin.

Rêveberiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê erkdar kiriye, ji sedî 10 heta 20 berhemdayîna zeytê ji cotkaran qut dikin.

Komên çete jî her yek li gorî xwe bacan li cotkaran ferz dikin û piraniya caran tevî standina bacan, çete dîsan diziya berhema zeytûnan dikin.

Li gel talankirin û diziya berhemdayînan, bi hezaran dar jî hatin qutkirin û bi armanca qezenckirina darayî ew dar li bazargehên Tirkiyê hatin firotin.

Leave a Reply

Back to top button