Di encama êrîşa dewleta Tirk de 2 fermandarên Iraqê hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker rojane başûrê Kurdistanê bombebaran dike.Vê carê seyara Fermandarê artêşa Iraqê yê li herêma Bradost bû hedefa balafirên dewleta Tirk.

Di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de 2 fermandarên peyebilind yên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Balafirên dewleta Tirk yên bi çek ê bêmirov derdora saet 5’ê esirê li devera Kêlaşîn a Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li seyare ya Fermandarê Hêzên Tutaya 3’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand.

Hate ragihandin seyareya ku hatiye bombekirin ya Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê yê Herêmê ya Zubêr Halî ye.

Di encam êrîşê de Fermandarên Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û birayê wî Şemdîn Halî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî heman agahiyan ji bilî Zubêr Halî û birayê wî Şemdîn Halî, hinek kuştî û birîndarên din jî hene, lê nasnameya wan heya niha eşkere nebûne.

Hate gotin, cenaze ber bi Sîdekanê ve birêxistine û hîna balefirên şer ên Tirk li ser asîmanê herêmê difirin.

Dewleta dagirker gundê bajarokê Kanîmasî bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro di saetê nîvro de jî derdora gundê Yekmalê yê girêdayî bajaroka Kanîmasî ya navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir.

Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Duh jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Ewlehe yê li Heftenînê û çiyayê bajarokê Batûfa yê bi ser Zaxoyê bombebaran kir.

Back to top button