QSD’Ê 2 HEZAR SIVÎL JI DAIŞ’Ê HATIN RIZGARKIRIN

Şerê şevanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di berîkên dawî yên çeteyan de dewam dike.

Li kêleka wê jî, têkoşîna şervanan a rizgarkirina sivîlan ji pencên DAIŞ’ê jî didome.

Herî dawî jî Şervanên QSD’ê nêzî 2 hezar sivîlên din rizgar kirin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê di bîrêkên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike û derbên giran li çeteyan tê xistin.

Li tenişta wê jî, şervanên QSD’ê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina sivîlan didomînin.

Ji destpêka Pêngavê de, şervanan hejmareke mezin ji sivîlan rizgar kirine û li deverên ewle bi cih kirine.

Her dawî ji gundên bajaroka El-Sûsayê yên di bin tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de 2 hezar sivîlî ku piraniya wan jin û zarok in, xwegihandina herêmên di bin kontrola QSD’ê de.

Ji sivîlan, nexweş û kesên ji ber mayînên çeteyan birîndar bibûn, hebûn.

Şervanên QSD’ê nexweş û birîndar rakirin nuqteyên tenduristiyê û yên din jî şandin Kampa Holê û pêwîstiyên wan ji xwarin û vexwarin bi cih anîn.

Sivîlan destnîşan kirin ku ev 5 roj in bê xwarin û gotin, çeteyên li El-Sûsa, Baxoz û El-Şefaayê biyanî ne û malên wan mayîn dikin.

Leave a Reply

Back to top button