Serokkomariya Iraqê bombebarana dewleta Tirk şermezar kir

Piştî dewleta Tirk 3 pasvanên sînor yên artêşa Iraqî kuştin, serokkomariya Iraqê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk êrîşeke eşkere ya li dijî qanûn û lihevkirinên navnetewî ye. Parlamena Iraqê jî bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê re deyne. Li ser vê jî îro serdana wezîrê derve yê Tirkiyê ji bo Iraqê hat betalkirin.

Dewleta Tirk 3 pasvanên sînor ên Îraqî, di nav de 2 serbazên payebilind ên artêşa Îraqî li herêma Sedekan a Hewlêrê kuştin.

Li gorî Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê, duh balefirên şer ên dewleta Tirk bi awayekî eşkere erebeyên hêzên parastina sînor ên Iraqê kirin armanc.

Piştî vê êrîşê, bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêde bûn.

Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê derbarê êrîşa dawî ya Tirkiyê li hember hêzên Iraqî li ser sînor, daxuayaniyek da.

Serokkomariyê êrîş şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş binpêkirina xaka Iraqê ye û binpêkirinek eşkere ya qanûn û lihevkirinên navnetewî ye.

Bexda serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê betal kir

Serokkomariya Iraqê daxwaz ji dewleta Tirk kir ku hemû operasyonên xwe yên leşkerî ên li ser axa Iraqê rawestîne.

Piştî vê yekê jî, Bexda serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku dihat payîn Pêncşemê were Iraqê, betal kir.

Parlamena Iraqê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê bang li NY kir

Meclisa Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê jî, civînek pêk anî û binpêkirinên Tirkiyê û hebûna hêzên biyanî li welêt nîqaş kirin û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir ku destwerdanê bike û pêşî li êrîşên Tirkiyê bigire.

Parlamena Iraqê jî êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û bang li balyozê dewleta Tirkiyê kir û peyama protestoyê ya tund radestî wî kir.

Bi awayekî rojane dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer asmanê Iraq û Başûrê Kurdistanê derbas dike û sivîlan dike armanc û heya niha bi sedan kes kuştine.

Back to top button