Firokeyên Artêşa Niştimanî, komeke çete li nêzî Sirtê kir armanc

Komeke çeteyên dewleta Tirk, dema hewl dida bi dizî derbasî bajarî Sirtê bibe, ji aliyê firokeyên artêşa niştimanî ya Lîbî ve hat armanckirin û bi temamî hat wêrankirin. Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk, li ser avakirina balafirgeheke leşkerî li bajarê Terhûnayê dixibitin. 

Hêzên asmanî yên artêşa niştimanî ya Lîbî, komeke çeteyên hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, li devera Wadî Bî ya li rojavayî bajarê Sirtê, kir armanc.

Çavkaniyên Lîbî diyar kir ku vê komê hewl dida derbasî bajarê Sirê bibe, lê firokeyên artêşa niştimanî ew bombebaran kir û ew bi temamî wêran kir.

Çavkaniyan, jimara çeteyan û armanca wan ji derbasbûna bajêr, eşkere nekir.

Ev yek, piştî artêşa Lîbî qeyîkeke çeteyan, li beramber peravên Ras Lanûf armanc kir bi rojekê pêk hat.

Li Terhûnayê, çete li ser avakirina balafirgehekê dixebitin

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyeke leşkerî ya Lîbî eşkere kir, ku jimareke mezin a çeteyên dewleta Tirk li deverên Terhûna, Sûq El-Xemîs û Misêhil belav dibin.

Çavkaniyan teqez kir, ku çete li ser avakirina balafirgeheke leşkerî li bajarê Terhûnayê dixebitin.

Şîrovekarê leşkerî yê Lîbî Ebdil Rehman El-Bûsêfî diyar kir ku hikumeta Wîfaqê ya ne rewa, hewl dide hêzên xwe li aliyê başûr rojava ve bi cih bike û bi taybet li Terhûna û Benî Welîd.

El-Bûsêfî destnîşan kir ku hikumeta Wîfaqê dizane ku şerekî mezin li pêş wê ye û şêwermendên Tirk sûd ji jimara mezin a çeteyên Sûrî li Lîbyayê girt, da ku nuqteyên xwe li derdora Terablus û li başûr rojavayî welêt ava bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dewleta Tirk, 5’ê Hezîranê, êrîş bir ser bajarê Terhûna û gelek kirinên tolhildanê li dijî sivîlên bajêr, pêk anîn.

Back to top button