Çeteyan zêdeyî hezar darên zeytûnê li navçeya Cindirêsê birîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, zêdeyî hezar darên zeytûnê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê birîn.

Malpera Afrîn Post ragihand ku ji wan hezar darên ku hatine birîn, 400 dar ên şêniyê bi navê Kemal Betal û 300 jî yên Mihemed Kênc in.

Her wiha çeteyan darên daristana di navbera gundê Mezin û Maratê de jî bi temamî birîn.

Çeteyan girê gundê Basûtê kolan û dizîn

Rêxisina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girê gundê Basûtê yê dîrokî, bi tirêksan koland.

Li gorî rêxistinê, çeteyên dewleta Tirk gir wêran kirine û şûnwarên wê jî dizîne.

Çeteyên dewleta Tirk her wiha li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê jî têlên nihas ên kehrebê dizîn.

Back to top button