POMPEO: JI ME RE GIRÎNG E KU EM HEVKARÊN XWE LI SÛRIYÊ BIPARÊZIN

Demên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybet bajarê Minbicê, hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Emerîkayê de zêde bûn.

Wezîrê Karê Derve ê Emerîkayê ku doh li gel hempîşeyê xwe Mevlûd Çavuşoglu axivî diyar kir ku parastina hevkarên wan li Sûrî ji bo wan girînge.

Di bin navê nirxandina pêvajoya piştî vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûrî, di navbera wezîrên karê derve ên Emerîka û Tirkiyê de pêwendiya telefonî pêk hat..

Têkildarî mijarê berdevkiya wezareta karê derve a Emerîkayê ragihandin ku herdu aliyan li ser plana vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûrî axivîne..

Li gorî berdevkiya wezaretê, Mike Pompe ji aliyê Tirk re gotiye, piştî vekişînê, ji bo wan parastina hevkarên li Sûrî ango hêzên QSD’ê û YPG’ê li hemberî êrişan girîng e..

Leave a Reply

Back to top button