KONSEYA EWRÛPAYÊ 11 KARSAZ Û 5 ŞÎRKETÊN DIN XIST LÎSTEYA REŞ

Konseya Yekîtiya Ewropayê biryar girt ku lîsteya cezayên ku li Sûriyê hatine ferzkirin berfirehtir bike.

11 karsaz û 5 şirketên din xist nava lîsteya reş.

Konseya Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê bi daxuyaniyekê 11 karsazên û 5 şirketên sûrî xist nava lîsteya girtina tedbîrên li dijî rêjîma Sûrî.

Di nav lîsteya cezayên ku li Sûriyê hatiye ferzkirin de 270 kes û 72 şirket hene û rêwîtî li wan hatiye qedexekirin û milkên wan hatine cemidandin.

Cezayên li dijî Sûriyê hatine girtin ev in:

Qedexekirina firotina petrolê û cemidandina pereyan di Banka Sûriye ya Navendî de.

Di 23’yê Hezîrana 2014’an de konseya Ewrûpayê navê 14 wezîran xiste lîsteya cezayan.

Di nava lîsteyê de navê serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed jî heye.

Li gorî lîsteya konseya Ewrûpayê hemû cureyên pêwendniyên bazirganiya Ewrûpayê bi Sûriyê re hatiye qedexekirin bi taybet di warê bazirganiya petrol û berhemên wê.

Leave a Reply

Back to top button