
Dewleta Tirk a dagirker, piştî kuştina her du fermandarên Îraqî, herêma Biradostê ya Hewlêrê bombebaran kir.
Balafirên artêşa Tirk duh danê şevê, gundê Gortarîne yê Biradostê bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê, agir bi bax û zeviyên sivîlan ket û ziyaneke mezin çêbû.
Dewleta Tirk a dagirker ji 15 Hezîranê ve, êrîşan li dijî Başûrê Kurdistanê bênavber didomîne.