Mûşekeke Katyûşa nêzî herêma Kesk a Bexdayê ket

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqî ragihand ku mûşekeke Katyûşa nêzî herêma Kesk a Bexdayê ket.

Şaneyê da xuyakirin ku ev mûşek ji leşkergeha Reşîd a başûrê Bexdayê hatiye berdan.

Der barê ziyanan de, ti agahî nehatine ragihandin.

Şaneyê her wiha da zanîn ku hêzên ewlekariyê li heman cihî mûşekeke din dît ku ji berdanê re amadekirî bû.

Li aliyekî din, hawnek li dîwarê navenda PDK’ê ya li Bexdayê ket, lê ti ziyanên canî nehatin tomarkirin.

Amerîka her û her çekdar û alîgirên Îranî jî bi van êrîşan tawanbar dike.

Back to top button