BERXWEDANA NASIR YAGIZ DI ROJA 63’YAN DE YE

Grevên birçîbûnê yên bi armanca bidawîkirina tecrîda rêber Ocalan li Başûrê kurdistanê didomin.

Li Hewlêr, Silêmanî, Şengal û Wargeha Mexmûrê grev bi komên nû re berdewam in.

Greva Nasir Yagiz jî li Hewlêrê di roja 63 an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan di roja 63 de ye.

Her ku diçe tendirustiya wî xerab dibe.

Yagiz pirsgirêka wî ya mîde, serêşî, gêjbûn û tansiyonê heye û niha êdî di vexwarinê de jî zehmetiyê dikişîne.

Nasir eşkere dike ku heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe, wê çalakiya xwe berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button