Trafîka bajarê Qamişlo di nava tevgerê de ye

Tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê jî li herêmê dewam dikin.

Îro trafîka bajarê Qamişlo daket nava bajar û çûnûhatina teksiyan di nava bajar de sekinand.

Trafîkê ji xwediyên teksiyên ku li gorî birayaran tev nagerin teksiyên wan girtin.

Li Dêrikê jî ji bo pakkirina bajar şaredariya gel pêngavek da destpêkirin û hemû kolan pakkirin.

 

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê gelek tedbîr li seranserî herêmê hatine girtin..

Tevî ku ev demeke qedexeya derketina derve li herêmê heye jî lê heta niha xwediyên Teksiyan li ser karê xwe bûn.

Rêveberiya veguhestinê ya bajarê Qamişlo biryara girtina teksiyên ku li gorî qedexeyê tev nagerin, da.

Li ser vê biryarê jî Trafîka bajar ket nava tevgerê û hemû teksiyên biryar binpê dikir, girtin.

Hevserokê Rêveberiya veguhestinê ya bajarê Qamişlo Mihyedîn Derwîş li ser biryarê axivî.

Kolanên bajarê Dêrikê hatin pakkirin

Li Dêrikê jî weke tedbîr Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi pêngava paqijkirinê kir.

Di pêngavê de hemû kolanên bajar û bazara bajêr û bazara goşt hatin pakkirin.

Hêvîn Hesen: Divê şênî bi komîn û meclisan re alîkar bin

Li Şehbayê jî Dsteya Tenduristiyê girtina tedbîran ji bo pêşîlêgirtina ber belavbûna vîrûsê didomîne.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Hêvîn Hesen diyar kir ku wan gelek rê û rêbaz ji bo parastina şêniyan bi pêş xistine.

Hêvîn Hesen diyar kir ku niha ew pankartên mezin ên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê amade dikin.

Back to top button