Artêşa Iraqê: Em ê rijandina xwîna Iraqiyan efû nekin

Duh balafirên Tirkiyê li ser sînorê Biradostê êrîşî hêzên Iraqê kir, 3 pasvanên sînor ên Îraqî, di nav de 2 serbazên payebilind hebûn, hatin kuştin. Li dijî vê êrîşê, Artêşa Iraqê ragihand ku wê rijandina xwîna Iraqiyan efû nekin.

Dewleta Tirk 3 pasvanên sînor ên Îraqî, di nav de 2 serbazên payebilind ên artêşa Îraqî li herêma Sedekan a Hewlêrê kuştin.

Li gorî Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê, duh balafirên şer ên dewleta Tirk bi awayekî eşkere erebeyên hêzên parastina sînor ên Iraqê kirin armanc.

Piştî vê êrîşê, bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêde bûn.

Berdevkê Artêşa Iraqê, Yehya Resûl, êrîşa Tirkiyê şermezar kir û got ku rijandina xwîna Iraqiyan wê efû nekin.

Yehya Resûl daxwaz ji Tirkiyê kir ku ji bo ti şereke navbera wan de pêk neyê, çawanîna pêkanîna vê sûcê eşkere bike û kesên berpirsyar ceza bike.

Komên di parlamentoya Iraqê de xwestin bersiva êrîşan bê dayîn

Her wiha komên di nava parlamentoya Iraqê de jî nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk dan û banga bersivdayînê kir.

Koma Hevpeymana Nesir bang li Hikumeta Iraqê kir da ku li Konseya Ewlwhiyê dijî Tirkiyeyê, gilî bike.

Eniya Hîkme jî bang li hikumetê kir da ku ji bo parastina serweriya Iraqê, tedbîrên pêwîst bigre.

Back to top button