Komkara Erebî: Ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê, em bi Bexdayê re ne

Komkara Erebî ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê, piştgiriya xwe bi Bexdayê re nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebû El-Xeyz û Parlamana Erebî jî êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê şermezar kirin.

Ebû El-Xeyz got ku ev êrîş qanûnên navdewletî binpê dike û ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê, piştgiriya xwe ji bo çi tevgereke Bexdayê di asta navdewletî de nîşan da.

Misir: Tirkiye ewlehiya herêmê dixe xeteriyê

Wezareta Derve ya Misirê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê ser hêzên Iraqê şermezar kirin û weke binpêkirina serweiya Iraqê bi nav kir û got ku Tirkiyê ewlehiya herêmê dixe xeteriyê.

Back to top button