Meclisa Hevkariyê ya Kendavê daxuyaniyên Tirkiyê yên li dijî Îmaratê şermezar kir

Derbarê daxuyaniyên dijber yê Tirkiyê li dijî Îmaratê, Meclisa Hevkariyê ya Kendava Erebî berteka xwe nîşan da.

Sekreterê Giştî yê Dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendava Erebî, Nayîf El-Hecref, bi balyozê Tirkî li gel Siûdiyê Erdogan gok re civiya.

Nayîf El-Hecref derbarê daxuyaniyên dawî yên rayadarên Tirk ên dijberî Îmaratê beteka xwe nîşan da.

El-Hecref daxuyanî û gefên Tirkiyê yên li dijî Îmaratê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê teqez kir ku meclis ti destwerdaneke derve di karûbarên dewletên Erebî de qebûl nakin.

 

 

Back to top button