Di kampanyaya îmzeyan de 35 hezar îmze hatine komkirin

Ji bo bidawîkirina hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, kampanyaya îmzeyan dewam dike û heta niha, 35 hezar îmze hatine komkirin.

Di pêşengtiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer de 30’ê hezîranê kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.

Kampanyaya komkirina îmzeyan bi awayê elektronî û avêtina îmzeyan dewam dike.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka başûr û Iraqê, li Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Kerkûk û gelek deverên din birêve diçe.

Armanca sereke ya kampanyayê, komkirina 50 hezar îmzeyî ye.

Tê payîn ku kampanyaya îmzeyan 15’ê Tebaxê bi daxuyaniyek çapemeniyê dawî bibe û wê piştre îmze radestî parlamentoyên Başûr Kurdistan û Iraqê were kirin.

Back to top button