Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke din êrîş birin ser navçeya Eyn Îsayê.
Îro di saetên şevê de, artêşa Tirk û çeteyên pê re kampa Eyn Îsayê topbaran kir.
Ji ber topbaranê agir bi zeviyên herêmê ket.
Her wiha di saetên sibehê gundên Xirbet Beqir û Kor Hesen ên Girê Spî ji aliyê dagirkeriyê ve hatin topbarankirin.
Topbaran demeke dirêj dewam kir.
Di êrîşê de ziyan gihiştin mal û milkê şêniyên herêmê.