Fransa hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilatê Deryaya Spî xurt dike

Piştî zêdebûna arandinên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî, Fransa hebûna xwe li wir xurt dike û bang li Tirkiyê kir ku vekolandinê rawestîne. 

Bi şandina keştiyeke din ji aliyê Tirkiyê ve, serokê Fransayê Macron ragihand ku Parîs wê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilatê Deryaya Spî xurt bike.

Li gorî daxuyaniya buroya serokatiya Fransayê, serokê welêt telefonî serokwezîrê Yûnanistanî kiriye û nîgeraniya xwe der barê kirinên Tirkiyê yên yekalî de aniye zimên.

Fransa: Divê Dirkiyê vekolandinê rawestîne û dest bi danûstandinan bike

Macron bang li Tirkiyê jî kir ku kirinên xwe yên vekolandinê rawestîne da rê ji danûstandinan re were vekirin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokwezîrê Yûnanistanî diyar kir ku divê Tirkiyê “biaqilî” tev bigere û ew hişyar kir ku “ne dûr e şerekî leşkerî derkeve”.

Serokwezîrê Yûnanistanî got:

Yûnanistan: Bila Tirkiyê “biaqil be” da em bi rastî li hev rûnin

Em şer naxwazin, lê em teqez dikin ku em ê li her arandineke Tirkiyê vegerînin.

Em hêvî dikin di dawiyê de cîrana me hişê wê bê serê wê, da em dest bi danûstandineke rastîn bikin.

Back to top button