Mismarî: Tirkiye bi pereyên Qeterê çeteyên li “Qiloçê Afrîkî” tîne Lîbyayê

Tevî serdana balyozî Amerîka yê Lîbya bo Enqere û teqeziya li ser çareserkirina aloziya vî welatî, lê diyar e ku ti niyeta Tirkiye ya çareseriyê tune ye û herî dawî, bi destekdayîna darayî ya Qeterê, 300 çete ji Somalyayê, anîn bajarê Misratayê. Li aliyekî din, peymaneke veşartî ya navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaqê eşkere dike ku hemû hawîrdeyên Lîbyayê, dikevin destê şîrketeke Tirkî.

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku, bi destek û pereyên Qeterê, çete ji baregehên leşkerî yên li Qiloçê Afrîkî, bo Lîbyayê tên veguhastin.

Mismarî teqez kir ku Erdogan veguhastina çeteyan ji gelek welatan ber bi Lîbyayê ve dewam dike û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê sînordar namîne û wê van çeteyan derbasî Ewropa û dewletên herêmê jî bike.

Mismarî eşkere kir, ku dewleta Tirk bi pereyên Qeterê, 300 çete ji Somalyayê, anîn bajarê Misrata yê Lîbyayê.

Berdevkê artêşa niştimanî bang li civaka navdewletî kir ku rê li ber van kirinan bigire.

Ehmed Mismarî diyar kir ku bi hezaran terorîst ji 60 dewletan bo Lîbyayê hatine veguhastin û daxwaz ji şandeya NY bo Lîbyayê kir, ku welatên li pişt veguhastina van çeteyan disekinin, eşkere bike.

Balyozê Amerîka li Lîbyayê serdana Enqereyê kir

Ji aliyê xwe ve, balyozê Amerîka li Lîbyayê Richard Norland ragihand ku wî dosyaya kişandina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbya, bi berpirsên dewleta Tirk re nîqaş kir.

Norland, ku serdana Enqerê kiribû, da zanîn ku di danûstandinan de, pêwîstiya destekdayîna bidawîkirina şer û vegera li diyalogên siyasî ya di bin çavdêriya NY de, her wiha rêzgirtina li serweriya Lîbya û yekbûna wê, hatin nîqaşkirin.

Li gorî daxuyaniya balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê, piştî peywendiyên telefonî di navbera Trump û Erdogan de, ev serdan pêk hat û tê de gavên pêwîst ji bo çareserkirina aloziya Lîbî û vekişandina tevahiya çete û hêzên biyanî ji welêt, hatin nîqaşkirin.

Hemû hawîrdeyên Lîbya dikevin bin kontrola şîrkete Tirkî

Lê diyar e ku ti cidîyeta Enqere, di mijara çareserkirina aloziya Lîbyayê de tune ye û ew ne bi niyaz e destwerdana xwe li Lîbyayê rawestîne.

Herî dawî, belgeyin nepen, hûrguliyên peymaneke nû di navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de, eşkere kirin.

Ev peyman ku li ser 8 salan hatiye îmzekirin, rê dide Enqere ku çavdêrî û kontrolkirina hemû hawîrdeyên Lîbyayê bike, ew jî bi rêya şîrketeke taybet a kesayeteke nêzîkî Erdogan.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Lîbî, hikumeta Wîfaqê, rêvebirina Gumrikê, radestî şîrketa SCK ya Tirkî kiriye û li gorî peymanê, ev şîrket bi vî rengî dibe berpirsyarê yekemîn ê çavdêriya hemû hawîrdeyên ku ji deryayê tên Terablus û tevahiya Lîbyayê.

Back to top button