30 maşîneyên din yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne û duh 30 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 30 maşîneyên leşkerî ku alavên leşkerî û lojistîk tê de bûn, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 8 hezar 665yî.

Her wiha zêdeyî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û gundewarê Helebê kirine.

Back to top button