ÇETE 3 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN DESTESER DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Herî dawî çeteyan 3 hezar darên zeytûnan li navçeya Racoyê talan kir û bêhtirî 30 kes li gelek deverên bajêr girt.

Malpera Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku çeteyên Ehrar el-Şerqiya 3 hezar darên zeytûnan li gundê Ereb Oşaxî yê navçeya Racoyê desteser kir.

Li deşta Şediya ya ku dikeve başûrê gundê Sorkê ku berfirehiya wan nêzî 12 hezar hektar e, li çeateyên xwe belav kir da ku ji xwe re biçînin.

Li gorî agahiyan, çeteyên Ehrar el-Şerqiya zeviyên gund bi kirê didin şivanên pez li hember her seriekî pez hezar û 500 lîreya Sûrî ji wan distînin û wan li xaniyên şêniyên gundê Şêx Bilal bi cih kirine.

Malperê destnîşan kir ku çeteyên Ehrar el-Şerqiya her wiha tireksin ji bo kolandina devera di bin rêya hesinî ya li newala Neşabînê li Racoyê de jî bi armanca dîtina kevneşopan, anîne û gelek dar birîne.

Heman çavkaniyê ragihand ku çete rêbendek li gundê Kumreşê li navçeya Racoyê çêkirine û şêniyên gund neçar dikin da ku bi şev parastinê bikin, lê belê nahêlin parastina erd û bistanên xwe yên zeytûnan bikin.

ÇETEYAN BÊHTIRÎ 30 ŞÊNIYAN REVANDIN

Malperê diyar kir ku çeteyên Hemzat bi ser gundên Merata, Xelnîr û Kefer Şêlê de girt û şêniyên van gundan agahdar kir da malên xwe vala bikin da ku malbatên çeteyan li wir bi cih bikin.

Çavkaniyê ragihand ku berî 2 rojan çeteyan dest bi hemleyeke serdegirtinê li malên taxa Eşrefiyê kir.

Her wiha çeteyan bi ser malên li derdora çerxerêya Maratî ya li navenda bajêr de girt û 20 şênî revand.

Malpera AFRÎNPOST jî ragihand ku çeteyan bi ser gundê Baliya yê Bilbilê de girt û 5 şêniyên gund girt.

Ji wan her 5an navên 2 kesan hatin naskirin;

Ristem Mihemed Mistefa

û Dara Hesen Omer.

Leave a Reply

Back to top button