KCK: Tecrîd li gorî polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan dimeşe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku gaveke girînge CPT sîstema Îmraliyê weke sîstemeke êşkence pênase kiriye û da zanîn DYE, Ewropa û dewleta Tirk bi hev re ji vê pergala êşkenceyê berpirsyar in.

KCK’ê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî kir ku li dijî tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê têkoşînê mezintir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û rapora ku CPT beriya çend rojan eşkere kir daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku ev 21 sale tecrîdek girankirî li ser Rêber Ocalan tê meşandin û sedemên girankirina tecrîdê jî wiha anî ziman:

“Sedema vê tecrîda şidandî ew e ku Rêber Apo rêberê gelekî li ber qirkirinê ye.

Ev tecrîda giran li gorî polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin.”

KCK: DYA, Ewropa ji pergala êşkenceyê berpirsiyar in

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bi destê DYA û Ewropa tê rêvebirin, tenê rola dewleta Tirk nobedariye.

KCK’ê bêdengiya DYA, Ewropa, CPT ya li hember pergala êşkenceyê bibîrxist û got:

“DYA, Ewropa, CPT heta niha li ber sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ranebûye, ku ev yek divê weke nîşaneya hevkariya wê ya ji vî sûcî bê dîtin.”

KCK: Argûmanên tecrîda giran ji hev ketin

KCK’ê daxuyaniya CPT wek gaveke girîng pênasekir û dazanîn ku ji ber argûmanên tecrîda giran ji hev ketiye nema dikarin vê pergalê biparêzin.

KCK’ê got:

“Rapora CPT di encama têkoşînê de hate eşkerekirin.

Bêguman rapora CPT girîng jî be têrker nîne.

Berpirsyariya wan e ku bixwazin tecrîd bê bidawîkirin.

Çawa ku sparteya siyasî û îdeolojîk a qirkirina li ser Kurdan teşhîr bûye, tenê bi zordariyê sîstema qirker tê meşandin; heman rewş li Îmraliyê jî derketiye holê.

Vê yekê jî têkoşîna ji bo azadkirina Rêber Apo bêhtir şênber kiriye.”

KCK: Tecrîdkirina Rêber Apo bi têkoşînê bi dawî dibe

KCK’ê dazanîn ku tecrîd bi bangan dawî nabe tecrîda li ser Rêber Apo wê bi têkoşînê bi dawî bibe.

KCK’ê ji bo têkbirina tecrîdê bang gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button