QSD’ê li ser daxwaza şêxên Ereb 9 girtî serbest berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk, piştî ku lêpîrsîna wan bi dawî bû îro 9 girtiyên ku zelal bû tevlî buyerên kuştinê nebûne li ser daxwaza eşîrên herêmê serbest berdan û radestî rûspiyên êlên Şedadê kirin.

Rûspiyê eşîra El-Bû Umeyra Sewadî El-Ebdullah diyar kir ku QSD’ê piştî bidawîbûna lêpirsînê, 9 girtî serbest berdan.

El-Ebdullah dsetnîşan kir ku QSD`ê li ser daxwazên rûspiyên êlên herêmê ew kes serbest berdane.

Her weha spasiya hêzên ewlekariyê yên herêmê û hevkariya wan bi êlên herêmê re kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser bangên rûspiyên eşîrên Ereb ên herêmê, ji 2’ê Adara 2019’an, zêdetirî 500 girtiyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune bûn, serbest berdan.

Back to top button