Dewleta Tirk stasyona Elok da rawestandin

Îro careke din dewleta Tirk a dagirker stasyona ava Elok da rawestandin û av li ser Hesekê hat qutkirin.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk îro di saetên nîvro careke din ava Elok li ser şêniyan birrî kir.

Bi derketina vîrûsa Coronayê li Hesekê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve metirsiya belavbûna vîrûsê zêdetir dibe.

Ji dema ku stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin ev 9 carin ku dewleta dagirker stasyonê dide rawestandin û şêniyan bê av dihêle.

Back to top button