Hêzên ku Şengal di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin li hev civiyan

Li Şengalê hêzên bi ser PDK’ê yên ku 3’ê Tebaxê Civaka Êzîdî ya Şengalê di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin bi berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Serbest Bapîrî re civiyan.

Balkêşe ev civîn di demeke ku li dijî aramiya Şengalê gef û propagandayê reşkirinê ji aliyê hin hêzan ve tê kirin de pêk hat.

Derket holê, berpirsê pêşmergeyên PDK’ê yên li Şengalê Qasim Şeşo, beriya sê rojan serdana hin herêmên Başûrê Kurdistanê kir û bi rayedarên PDK’ê re rûnişt.

Piştî ev gera Qasim Şeşo ev civîn di pêşengtiya Serbest Bapir de pêk hat.

Serbest Bapîrî dema DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir; berpirsê hêzên pêşmergeyan ê li herêma Şengalê bû.

Dema ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êriş bir ser Şengalê, Serbest Bapîrî, hêzên xwe yên li herêmê vekişand û bû sedema komkujiya Şengalê.

Ev hevdîtina navbera hêzên PDK’ê yên têkildarî Şengalê, di nava civaka Êzidî de, bûye cihê fikar û nerazîbûnan.

Back to top button