Hêzên hikûmeta Şamê çeteyên li herêmên Cebel Zawiyê topbaran kir

Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê çeteyan de li başûrê Idlibê dewam dike.
Careke din hêzên hikûmetê çeteyên li herêmên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, vê sibê hêzên hikûmetê çeteyên li gundê Fitêre, Kensefre, Sifûhin, Kefer Uwêd û Filêfil ên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Di dema topbaranê de balafirên keşfê yên Rûs jî li asîmanê Idlibê geriyan.

Çeteyan hêzên hikûmeta Şamê li bajarê Kefrenbil topbaran kir

Çeteyan jî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li bajarê Kefrenbil topbaran kir.

Derbarê encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Back to top button