HPG: Li Colemêrg û Şirnexê 9 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên bi bandor pêk tînin û derbên giran lê didin.
Di çalakiyên li Colemêrg û Şirnexê de 9 leşkerên tirk hatin kuştin.
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Wanê şehîd bûne jî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li herêmên Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê îşaret bi têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeryê kir û li ser çalakiyan ev agahî da:

26’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker li devera Stûna ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi desteka kontrayan li herêmê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kir.

Di çalakiyên gerîla yên li dijî yekîneyên oparasyona dagirkeriyê de, 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

HPG’ê diyar kir ku gerîla Delîl û Şervan bi lehengî li dijî dagirkeriyê şer kirin û şehîd bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronaya de 11’ê Tebaxê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn ne hate zanîn.”

Dîsa di çarçoveya pêngavê de Yekîneyên KBDH’ê (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan) 12’ê Tebaxê li Girê Xeregol ê girêdayî Çelê li dijî yekîneyên dagirkeran çalakiyek kirin.

Di encamê de çeperek hate rûxandin û leşkerek hate kuştin.

Heman rojê gerîlayan li dijî artêşa dagirker ku li devera Kêre Eynika ya girêdayî Herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li dagirkeran hate dayîn, 6 leşker hatin kuştin.

HPG’ê dazanîn ku ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye.

11’ê Tebaxê artêşa Tirk li devera Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Artêşa Tirk heta sibehê dever bombe kir.

HPG’ê ragihand ku di vê êrîşa hewayî de, gerîla Destan û Rêber şehîd bûn.

Back to top button