Rûspiyên herêma Dêra Zorê piştgiriya xwe ji QSD’ê re dubare kirin

Îro li Dêrazorê derbarê rewşa dawî ya li Herêmê civînek ji aliyê eşîra Êgidat de hat lidarxistin. Tevî bi dehan şêx û rûspîyên eşîrê şandeyeke ji QSD’ê Koalîsyona Navneteweyî jî beşdarî civînê bûn.
Şêx û rûspiyan di civînê de diyar kirin ku bi hevgirtina wan wê hemû planên li dijî herêmê têk biçin.

Ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê û peydakirina fitneyê di navbera pêkateyên herêmê de istixbarata hikûmeta Şamê û MîTa Tirk bi rêya şaneyên xwe yên veşartî di nava hewldanan de ne.

Herî dawî li Dêra Zorê şaneyên veşartî yên hikûmeta Şamê hinek serokeşîr armanc girtin û kuştin.

Li dijî kuştina serok-eşîran gelek bertek hatin nîşandan.

Îro jî li gundê El- Bêda 3 hezar kes ji şêx û rûspiyên eşîrên qebîleya Igêdat ên gundewarên Dêrazorê û şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê derbarê bûyerên dawîn li Dêra Zorê û herêmê li hev civiyan.

Şêx eşîra El-Bikêr Ehmed Ebû Xewle pêşwaziya mîvanan kir û got: ” herêma me ber bi aramî û ewlehiyê diçe, em naxwazin ber bi hilweşandin ve biçe. ”

Xewle destnîşan kir ku ew wek hêzên leşkerî dê herêmê ji êrîşên Daiş’ê biparêzin.

Xewle tekez kir ku QSD’ê ne hêzeke biyanî ye û ji zarokên vê herêmê ye, û ji bo parastina mafê vê herêmê hatiye ava kirin.

Endamê meclisa eşîrên El-Bûkemal li Cizîrê Ebo Ehmed El-Biqanî diyar kir ku ji Sûriyeyek hevgirtî em piştgiriya eşîra El-Bikêr dikin

Her weha ji Koalîsyona Navneteweyî daxwaz kirin ku gundewarê Bakurê Dêre Zorê yê ku di bin serweriya hêzên rejîma Sûrîyê ye rizgar bikin.

Amêr El Fadêl li ser navê qebîleya Igîdet banga yekîtiya eşîran kir .

ji aliya xwe ve şandiya koalîsyonê dest nîşan kir ku ji bo awlehî û aramiya herêmê divê piştevaniya QSD’ê were kirin.

Her weha diyar kir ku ji bo derbaskirina vê qûnaxa dijwar koalêsyon dê piştgiriya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidomîne.

Di dawî de fermandarê QSD’ê li herêma Rojhilat Ronî Mihemed piştrast kir ku ji bo xizmetkirina dijminê herêmê aliyên ku dixebitin fitneya di navbera eşîrên li herêmê û hêzên leşkerî derxînin.

her weha destnîşan kir QSD’ê dê hewl bide hemû daxwazên eşîran pêk bîne.

Back to top button