LI herêmên Hikumeta Şamê herî dawî 30 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê ya Şamê îro bi daxuyanekê ragihand ku 30 kesên din bi vîrûsê ketine.
Wezaretê da zanîn ku 2 kesan jî ji ber vîrûsê mirin.
Bi van daneyên nû re, heya niha li herêmên Hikûmeta Şamê hezar û 432 kes bi Coronayê ketine, ji wan 395 baş bûne û 55 kes jî mirine.