Dewleta Tirk bajarokê Şiyûx ê Kobanê hat topbarankirin, 3 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî, bajarokê Şiyûx ê Kobanê topbaran kir û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Nevenda Belgekirina Binpêkirina a Bakurê Sûrî ragihand ku duh 5 top li baxçe û avahiyên ku karker tê de dixebitin ketine û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di heman rojê de jî, artêşa Tirk û çeteyên xwe gundê Evdiko yê Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha berî wê jî kampa Eyn Îsayê hatibû topbarankirin.

Back to top button