Mihemed Receb: Li hember planên li dijî herêmê hişyar bin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Dêra Zorê Mihemed Receb jî der barê planên tevliheviyê yên li herêmê axivî û anî ziman ku “gelek alî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser derb bikin, lew re divê her kes li hember van planan, hişyar be. 

Mihemed Receb eşkere kir ku “Bûyerên hedefgirtinê bi awayekî plankirî û sîstematîk pêk hatin, aliyên derve xwestin bi rêya komên çete, sûc û bûyerên kuştinê pêk bînin û agirê fitneyê gur bikin .”

Receb serbilindiya xwe bi hevgirtina eşîran û gelê herêmê nîşan da, ku bi saya wê hevgirtinê hewldanên şikandina baweriya gel bi QSD’ê, vala derketin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Receb bang li hemû gelên Sûriyê kir ku li hemberî planên li dijî herêmê tên danîn, hişyar bin û destkeftiyên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Back to top button