Rûsya dewriyên hevbeş bi Tirkiyê re li Idlibê rawestand

Li Idlibê, Hêzên Rûsyayê, dewriyên xwe yên bi Tirkiyê re rawestand. 

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wan dewriyên hevbeş bi Tirkiyê re li Idlibê rawestand.

Wezareta Rûsî, sedema sekinandina van dewriyan jî li dewamiya şerê di navbera komên çete û hêzên hikumetê de vegerand.

Dawîn dewriya hevbeş jî beriya 2 rojan li ser rêya Heleb-Laziqiyê pêk hatibû..

Jixwe ev derweriyên hevbeş, ji encamên lihevkirina Rûsya û Enqere ya meha Adarê bûn.

Back to top button