Konseya Ewlekariyê mijara qedexekirinê xiste dengdanê

Konseya Ewlekariyê ya NY dirêjkrina qedexeya çekan a li ser Îranê xiste dengdanê û îro encamê radigihîne.

Hinek diplomatan got ku duh Konseya Ewlekariyê li ser projeqanûna dirêjkirina qedexeya çekan a li ser Îranê dengdayîn pêk aniye. Encam jî wê îro di rûniştina Konseyê de were biparvekirin.

Ev projeqanûn ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêşinyarkirin, lê Rûsya û Çînê ev yek red kir.

Berî niha, Meclisa Hevkariya Kendavê ya Welatên Ereb doza dirêjkirina qedexeyê kiribû, lê Qeter vê yekê napejirîne û piştgiriyê dide Îranê.

Tê zanîn, Îran piştî lihevkirina nuklerî ya 2015’an, ji kirîn û firotina çekan qedexekirî ye. 18 Comteha vê salê jî, ev qedexe bi dawî dibe.

Back to top button