Baregeha hewayî ya li Selahedîn bi muşekan hat topbaran kirin

Baregeha asmanî ya li Selahedînê a Iraqê bi muşekan hat topbaran kirin.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê, ragihand ku êvara Pêncşemê, sê muşek li baregeha hewayî ya li Selah Dîn ku 80 KM ji aliyê bakur ve nêzî Bexdadê ye ket.

Li gorî wê, êrîşa bi muşekan baregeha ku hêzên koalîsyonê tê de lê bi cih bûne, hedef girt.

NY’î jî çekdarên ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin tewanbar dike.

Ji dawiya Cotmeha 2019’an û heta niha bi dehan muşek li heman baregehê ketine, 27’ê Berfembarê jî ji ber topbaranê, leşkerekî Hêzên Emrîkî hat kuştin.

Hêzên Iraqê 20 çeteyên DAIŞ girtin

Çavkaniyeke ewlehiyê da zanîn ku hêzên Iraqê 20 çeteyên DAIŞ`ê dema hewl didan ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin, girtin û gelek ji wan kuştin.

Îstixbarata Iraqê beriya vê jî ragihandibû ku wê 9 çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Kerkûk û Bexdayê girtine.

Ew çete jî Ii xwe mikur hatin ku kirinên terolîstî li dijî hêzên ewlehî ya Iraqê û sivîlan pêk anîne.

Back to top button