Şêniyê bi navê ‘Mihemed Şêx’ ji êşa firotina mala wî re mir

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên şêniyê bi navê ‘Mihemed Şêx Hesen’ desteser kiribûn û firotin. Ji ber êşa vê jî, Şêx Hesen’ be’ecî û jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me ragihand ku şêniyên bi navê ‘Mihemed Şêx Hesen’ ji ber êşa firotina mala wî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, be’ecî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wê, çeteyan 2 malên ‘Mihemed’ ê, yek bi 700 dolarî û yek bi 400 dolarî firotin.

Şêx Hesen ji gundê Qîbarê ye û koçî Şehbayê bûbû, duh jî ji ber kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê dawî li jiyana wî hat.

“25 jin tevî 20 zarokan di girtîgehên çeteyan de ne”

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ji telefezyona me re eşkere kir ku 25 jinên din di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Rêxistinê da zanîn ku 25 jin tevî 20 zarokên wan ên li jêr 16 salan, di girtîgeheke çeteyên dewleta Tirk de ne..

Çalakvanên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

​​​​​​​Di heman çarçoveyê de jî, Çalakvanên Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kirin û gotin:

Êrîşên Tirkiyê, projeyên demokratîk û qirkirina gelê Kurd dikin armanc.

Back to top button